Li Sûriyê, tevliheviyeke îdarî û rêxistinî heye.
Di nava saziyên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de jî her kes ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî kar dikin.
Li Dêra Zorê ev çend roj in, li ser hev ajokarên erebeyên barhilgir bertekê nîşan didin.
Li bjarokê Kibirê yê li Dêra Zorê, îro di roja 5'an de, ajokarên erebeyên barhilgir, mitîngek li dijî kêmbûna nirxê veguhêstina wan li dar xistin.
Ajokaran ji aliyê peywendîdar ên Hikûmeta Veguhêz xwestin ku nirxê veguhêstinê bilind bikin û sîstema berjewendiyan di saziyên hikûmetê de bi dawî bikin.
Xelkê Til Hemîs banga guhertina rêveberê herêma xwe kirin
Ne tenê xelkê Dêra Zorê li dijî keseyetên ku di saziyên Hikûmetê de ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, derket, xelkê Til Hemîsê jî derketin.
Xelkê Til Hemîsê, bi mitîngekê ev siyaseta navborî bi tundî şermezar kirin.
Xelkê Til Hemîsê da zanîn ku rêveberiya herêma wan bi hinceta ku berê xelkê Til Hemîs alîgirê QSD'ê bûn, ew paşguh kirine.
Li gorî wan, rêveberê herêmê tenê heval û dostên xwe di saziyên hikûmetê de bi erk dike û xelkê herêmê paşguh dike.
Xwepêşandêran bang li rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin ku rêveberê herêmê biguherînin û rêveberekî din ji Til Hemîsê tayîn bikin.