Hat Nûkirin:
Çavkaniyek ewlehiyê, li gorî agahiyên destpêkê, ragihand ku di teqîna li Ceramana qewimî, ji ber teqemeniyeke ku di wesayîtekê de hatibû çandin, çêbûye.
Yek ji êrîşkaran di bûyerê de hat kuştin, yê din jî hate binçavkirin.
Kenala nûçeyan a fermî ya Sûriyê Îxbariye, ragihand ku di teqîna li gundewarê Şamê de hejmarek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Birêvebirê Birêvebiriya Veguhastin, Ambulans û Rewşên Bilez ê Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê Necîb Nehsan ji ajansa fermî ya Sûriyê SANA`yê re eşkere kir ku di encama teqîna li Ceramanayê de 13 kes birîndar bûne.
Necîb Nehsan destnîşankir ku hinek parçeyên cenazeyan jî hene û tîmên tiba dadî li ser wan dixebitin.
Nehsan anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê bipêşketinên rewşa tenduristiyê ya piştî teqînê ji nêzîk ve dişopîne.
Li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatine kuştin û 13 kes birîndar bûne.
Menbera Insar Resûl ya girêdayî rêxistina DAIŞ`ê bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê, ev êrîş girt ser xwe.
Di daxuyaniya xwe de got ku wan soza xwe ya pêkanîna vê teqînê li Ceremana pêk aniye.
Ceremana bajarekî li herêma gundewarê Şamê ya paytexta Sûriyê ye.
Piraniya nifûsê wê ji pêkhateyên Dûrzî û Xiristiyanan e.