Pêşnûmeya qanûnê ji bo pirsgirêka Kurd di van rojên dawî de bû ye rojevek sereke.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest ku di pêşnûmeya qanûna çarçoveyê de hin guhertin çêbibin.
ÎHD' di pêşinyara xwe ya yekem ev peyam da:
Divê pêvajo piştî biryara Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) herî zêde di nav mehekê de dest pê bike.
Divê tevahî darizandin an cezakirinên ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûne ji holê bên rakirin, ev yek wê pêvajoya bêçekkirin û aştiya civakî bileztir bike.
Ji bo rêgirtina li krîzan, divê pênaseya "hewldana qetilkirinê" ya di xala 302'yan de were zelalkirin.
Qedexeyên siyasî (yên 2-3 salan) asteng in; divê kesên ji qanûnê sûd werdigirin karibin siyasetê bikin.
Divê nûnerên civaka sivîl û pisporên çareseriyê di Komîsyona Çavdêriyê de cih bigirin.
Ji bo girtiyan û kesên li derveyî welat, divê pêvajoya hiqûqî bêyî şerta serlêdanê rasterast dest pê bike.
Divê Akademisyenên Aştiyê û karmendên ji kar hatine dûrxistin di nav qanûnê de cih bigirin.