Pakistan û Efxanistan ji bo aştiyê li hev civiyan

Li Qeterê, Pakistan û Efxanistanê ji bo kêmkirina aloziyan li hev civiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Qeterê ji bo aştiyê, Pakistan û Efxanistanê li hev civiyan û gihiştin peymaneke agirbestê.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Efxanistanê Xuacî Asif û Berpirsê Îstixbaratê ya Pakistanê Asim Malîk di civînê de amade bibûn.

Wezîrê Parastinê eşkere kir ku armanca dan û standinê ji bo kêmkirina aloziyan, gihiştina aştiyê û aramiya li ser tevahî sînorê di navbera her du welatan de ye.

Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahîd jî ragihand tevî ku mafê bersivdayînê yê Kabulê li hember êrîşên Pakistanê heye, lê wan ferman daye hemû hêzên Efxanistanê xwe ji şerekî nû dûr bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye