Îsraîlê deriyê sînor ê Refehê li Xezeyê vekir

Îsraîlê îro biryar da ku piştî vegerandina termên 4 dîlgirtiyan, deriyê Refehê yê di navbera Xeze û Misirê de veke û rê bide veguhestina alîkariyên mirovî bo nav Xezeyê. Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê dest pê kir, lê hîna xebata vegerandina cenazeyên dîlgirtiyan bi tevahî temam nebûye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agribesta li Xezeyê di meriyetê de ye. piştî ku Hemasê duh termên 4 dîlgirtiyên Îsraîlî radestî Xaça Sor kir, Îsraîlê biryar da ku deriyê Refehê yê ji bo ketina alîkariyan bo Xezeyê, were vekirin.

Desteya Weşana Giştî ya Îsraîlê "Kan", îro ragihand ku Îsraîlê biryar daye ku piştî vegera termên 4 dîlgirtiyan, deriyê Refehê yê di navbera Xeze û Misirê de veke û rê bide veguhestina alîkariyên mirovî bo nav Xezeyê.

Her wiha got ku Îsraîl tedbîrên ku plan kiribû li dijî Hemasê bigire ku tê de kêmkirina hejmara kamyonên alîkariyê yên ku dikevin Xezeyê, nîvî betal kiriye.

 

Artêşa Îsraîl: Xaça sor termên 4 dîlgirtiyan wergirtiye

 

Artêşa Îsraîlê duh êvarî ragihand ku Xaça Sor termên 4 dîlgirtiyan wergirtiye ku ew ji Enstîtuya Neteweyî ya Tiba Edlî re hatine veguhestin û li wir wê prosedurên nasnameyê derbas bikin.

Çavkaniyek ewlehiyê ji Kanala 12 a Îsraîlê re got ku vegerandina tenê termên 4 dîlgirtiyan, binpêkirinek eşkere ya peymanê ye.

Tê payîn ku 20 cenazeyên din li Xezeyê mane û artêşa Îsraîlê israra xwe dubare kiriye ku Hemas pabendî şertên peymanê bibe û hemû dîlgirtiyan vegerîne.

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) jî, got ku derxistina cenazeyên hemû dîlgirtiyên Îsraîlî yên kuştî ji nav kavilên Xezeyê, zehmetiyeke mezin e.

Xaça Sor got ku îhtîmalek heye hin ji wan qet neyên dîtin jî.

 

Trump: Qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê dest pê kir

 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê dest pê kir û diyar kir ku tevahî dîlgirtiyên sax ji Xezeyê bi tendirustiyek baş vegerîn.

Trump da zanîn ku hîna xebata vegerandina cenazeyên dîlgirtiyan bi tevahî temam nebûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye