Li Efrînê çekdaran bi ser malekê de girtin û desdirêjî kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên koma bi navê “Lîwaya Semerqendê” ya girêdayî “Artêşa Niştimanî” bi ser malekê de girtine, destdirêjî û talan li xwediyê malê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî SOHR'ê, çekdaran li gundê Rûtayê yê navçeya Mabata, bi ser mala welatiyekî 60 salî de girtine, destdirêjî li hevjîna wî kirine, pere û zêrên wan dizîne û piştre reviyane.

Hat zanîn ku xwediyê malê bi darê zorê hatibû koçberkirin û vê dawiyê vegeriyabû, da ku mala xwe nûjen bike û berhema xwe ya zeytûnan kom bike.

Her wiha SOHR'ê ragihand ku li gundê Çeqelê Comê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, çekdaran li welatiyekî 50 salî û hevjîna wî xistibûn.

Çekdaran zêr, pere û telefonên wan dizîbûn û gefa kuştinê li wan xwaribû.

Li gorî çavkaniyên SOHR'ê, cilên fermî yên hêzên ewlehiya giştî yên hikûmeta veguhêz a Sûriyê li wan çekdaran bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye