Cîgirê Serokê MHP'ê Feti Yıldız, di nirxandinên xwe yê li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Demîrtaş de, diyar kir ku pêvajo dê bi rêya Wezareta Dadê bidome.
Her wiha Yildiz diyarkir ku pêwiste binpêkirina ku bandorê li ser naveroka biryara binpêkirinê dike were sererastkirin.
Fetî Yildiz di axaftina xwe ya de bi rojnamevan Zafer Şahîn re tekez kir ku Tirkiye mecbûr e biryarên DMME'yê bicîh bîne û got:
"Tirkiyeyê rojek beriya bidawîbûna demê li dijî biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de îtîraz kir, lê bi redkirina îtîrazê biryar dawî bû."