Tulay Hatîmogullari: Bi milyonan kesan azadiya fizîkî ya birêz Ocalan xwestin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku li qadên Newrozê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çêkirina qanûnan bi milyonan kesan peyam dan û wiha gotin: “Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê axivî.

 

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku li 4 aliyên Kurdistanê, Tirkiye û Rojhilata Navîn gelan agirê Newrozê pêxistin û geş kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

"Newroza îsal ji hemû Newrozan girseyîtir bû, ket nava rûpelên dîrokê.

 

Ew Newroz nîşaneya xwedîderketina bi milyonan kesan a ji bo banga dîrokî ya 27`ê sibatê ye.

 

Ji dewlet û desthilatê re 5 peyamên girîng dan. Bi milyonan mirovan azadiya fizîkî ya birêz Ocalan daxwaz kirin.

 

Em jî li vir peyama gelê xwe di parlamentoyê de tînin ziman û dibêjin gelê me û em, azadiya birêz Ocalan dixwazin.

 

Teqez divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin."

 

 

 

Hatîmogullari: Heyeta me bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî

 

 

 

Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha domand:

 

"Heyeta me jî bi birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

 

Di vê civînê de nirxandinên birêz Ocalan ji bo komara demokratîk girîng in.

 

Birêz Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser vê yekê; Çareserî bi qebûlkirina nasname û bi civakê re avakirina entegrasyona demokratîk e."

 

 

 

"Di merhaleya 2`emîn de divê qanûn bên amadekirin"

 

 

 

Tulay Hatîmogullari dest nîşan kir ku divê demildest qanûnên aştiyê xurt dikin, bên amadekirin û wiha pê de çû:

 

"Divê desthilat, parlamento û dewlet jî li gor merhaleya 2`emîn a pêvajoyê gavên qanûnî biavêje.

 

Ji bo avêtina gavan, divê li benda encama pêvajoya Îranê neyê hiştin.

 

Ji bo wê banga me ji desthilatê û dewletê re, ew e ku divê takvîmek ji bo avêtina gavan bê diyarkirin û bi raya giştî re bê parvekirin."

 

 

 

Hevseroka DEM Partiyê: Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye"

 

 

 

Tulay Hatîmogullari, derbarê şerê li Îranê û êrîşa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî axivî û êrîş şermezar kir.

 

Tulay Hatîmogullari, diyar kir ku bi vê yekê dixwazin Herêma Kurdistanê bikişînin nava şer û wiha axivî:

 

"Divê ev êrîş rawestin û belavî qadeke din nebin û berfireh nebin.

 

Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye û heta dawî em li rex wan in.

 

Berdêla êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê, hemû gelên li herêmê dide."

 

Tulay Hatîmogullari, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku krîza aborî her ku diçe dijwartir dibe û divê desthilat polîtîkayên xizaniyê ji holê rake, bide pêş xwe û got ku ew her tim li rex karker û cotkaran e.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye