Banga Partî û Baroyan: “Tavilê ya pêwîst bicîh bîne” - Hat Nû Kirin

Şeş partiyên Siyasî li ser biryara binpêkirinê ya DMME'ê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de daxuyaniyek dan û bang li hikûmetê kirin ku li dijî biryarên Dadgeha Destûrî û DMME'ê nesekine û "tavilê ya pêwîst bicîh bîne." Her wiha 30 baroyan jî  bi daxuyaniyek hevpar, banga bi lez a bicihanîna biryarên DMME'ê kirin û xwestin ku li dijî kesên ku mafên wan heta niha hatine binpêkirin tedbîrên pêwîst werin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraza Wezareta Dadê ya li ser binpêkirina sêyemîn û biryara berdanê ya derbarê girtina hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî de red kir.

Piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara dawî ya li ser Demîrtaş da, Partiya DEM, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TÖP daxuyaniyek hevbeş bi sernavê "Biryarên DMME û Dadgeha Destûrî bicîh bînin, Girtiyên Siyasî serbest berdin" weşandin.

Bicîhanîna biryarê DMME’ê şertê sereke yê dewleta Hiqûqî ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar bêqanûniya ku bi salan e berdewam dike ji nû ve tespît û îspat kiriye û wiha hate gotin:

"Di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de, biryarên DMME û Dadgeha Destûrî xwedî hêza herî bilind a girêdayî ne.

Bicîhanîna van biryarên ku hikûmet bi salan e binpê dike, şertek sereke ya dewletek ku bi serweriya hiqûqê tê rêvebirin e."

Divê prensîbên hiqûqî yên gerdûnî werin bicîhanîn

Di raxuyaniya  hevbeş ya şeş partiyan de ji hêza siyasî hate xwestin  ku li hember biryarên binpêkirinê li ber xwe nede û tavilê tedbîrên pêwîst bigire û wiha  lê zêde kir:

"Ji bo rê li ber aştiyê vebe, divê prensîbên hiqûqî yên gerdûnî, di nav de mafê hêviyê jî, werin bicîhanîn.

Selahattîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag, Osman Kavala, Can Atalay, Tayfun Kahraman, Mine Ozerden, Çigdem Mater û hemû girtiyên siyasî yên ku di dozên komployê de bi awayekî neqanûnî hatine girtin, divê werin berdan."

30 Baro: Divê biryarên DMME’ê tavilê werin bicîhanîn

Bi awayek hemwext 30 baroyan jî derbarê biryara binpêkirina mafan a DMME'ê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku biryarên DMME'ê bi lez werin bicîhanîn û li dijî kesên ku mafên wan heta niha hatine binpêkirin tedbîrên pêwîst werin girtin.

Her wiha di daxuyaniya baroyan de hat destnîşankirin ku bicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî (AYM) û DMME'ê ji bo dewletên hiqûqê şert û merc û mecbûriyetek e.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye