Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ya ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 13'ê Îlona 2022'an de dema ku serdana paytext Tehranê kiribû, bi hinceta "neguncawbûna hicabê" ji hêla Polîsên Exlaqî (Geştê Îrşad) ve hat girtin.
Jîna piştî girtinê bo navendeke polîsan hat guhastin û li wir di bin çavdêriyê de rastî êşkenceyeke giran hat. Ji ber giraniya birînên xwe, ew di 16'ê Îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her çend hikûmeta Îranê îdîa kir ku sedema wefata wê "pirsgirêkên tenduristiyê yên berê" bûn, lê malbata wê û raporên navneteweyî piştrast kirin ku Jîna ji ber lêdan û derbên li serê wê ketine jiyana xwe ji dest daye.
Mirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû sedema destpêkirina pêleke mezin a xwepêşandanan ku piştre wekî "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî" hat naskirin. Di van xwepêşandanan de, jinan wekî sembola azadiyê û li dijî hicaba neçarî keziyên xwe birîn û laçikên xwe şewitandin. Ev serhildan tenê bi herêmên Kurdî sînordar nema; Kurd, Faris, Azerî, Ereb û Belûç bi hev re li dijî sîstema serdest daketin qadan.
Hikûmeta Îranê bi tundiyeke mezin bersiva daxwazên gel da. Di encama tepeserkirinê de bi sedan xwepêşander hatin kuştin, bi hezaran kes hatin girtin û cezayê bidarvekirinê li ser dehan kesan hat sepandin ku hinek ji wan jixwe hatine îdamkirin û hinek jî hîn di zindanan de rûbirûyê vê metirsiyê ne.
Di salvegera çaremîn a vê qetilkirinê de, tevgera protestoyî careke din zindî dibe. Partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyên cuda bang li gel kirine ku îro greveke giştî ragihînin, dukan û bazarên xwe bigirin û dakevin qadan da ku careke din dengê "Jin, Jiyan, Azadî" li dijî zilmê bilind bikin.