Hûsiyan ragihandin ku wan balafireke şer F-15 a Erebistana Siûdî li parêzgeha Maribê xistiye xwarê.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan, Yehya Serîv, eşkere kir ku wan balafireke Siûdî bi mûşek rûerd-asman a herêmî xistiye xwarê û tohmetên ku dibêjin wan pîroziyên wekî Mekeyê kirine armanc, red kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hûsiyan, balafira şer a Siûdî di dema piştgiriya operasyonên leşkerî de li asmanê Maribê hatiye lêdan. Hûsiyan diyar kir ku firokeyên Hevpeymaniyê di nava hefteyekê de zêdetirî 450 êrîşên asmanî birine ser parêzgehên cuda yên Yemenê û bûne sedema kuştina sivîlan.

Berdevkê Hûsiyan destnîşan kir ku operasyonên wan tenê baregehên leşkerî û aborî yên Siûdiyê dikin armanc û ti metirsî li ser deverên pîroz nîne. Li aliyê din, hikûmeta Erebistana Siûdî êrîşên Hûsiyan şermezar kir û ragihand ku parastina serweriya welat mafê wan ê rewa ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye