Berdevkê AKP'ê diyar kir ku pêvajo li gorî pêşbîniyan berdewam dike û gavên ku di rojên pêş de werin avêtin, dê bibin destpêka pratîkî ya pêvajoyê.
Omer Çelîk da zanîn ku pêvajoya çekdayînê wê li Îraqê destpê bike û got:"“Em naxwazin aliyekî sêyem bikeve nav pêvajoyê. Ev projeya Komara Tirkiyeyê ye".
Çelîk li ser mijara çekdanîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî anî ziman ku herdû pêvajo ji hev cuda ne û HSD dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.
Her wiha Komîsyona parlamentoyê li gorî çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê zemînê amade bike.