Amerîka: Me keştiyeke bazirganî ku berê wê li benderên îranê bû girt

Li Tengava Hurmizê Hêzên Amerîkî keştiyeke barhilgir ku dixwest dorpêça wan derbas bike, girtin. CENTCOM'ê got ku keştiya girtî yek ji "Komkeştiya Siyê" ye ku ji 19 keştiyan pêk tê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li Tengava Hurmizê Keştiyek barhilgir xwest ku biçe benderên Îranê.

Hêzên Amrîka yên ku benderên Îranê dorpêç kirine, ev keştî rawestand.

Fermandariya Navendî ya Amerîka CENTCOM'ê li ser mijarê dauxyaniyek da.

Fermanderiyê diyar kir ku helîkoptereke Hêza Deryayî ya Amerîka ya bi keştiya şer a mûşekên rêberkirî USS Pinckney ve girêdayî, li Deryaya Erebî ev keştî girt.

CENTCOM'ê got ku keştiya "Sevan"ê ya ku hewl dida biçe benderên Îranê, rêya wê hat guhertin.

Li gorî jêderê, keştiya "Sevan"ê yek ji "Komkeştiya Siyê" ye ku ji 19 keştiyan pêk tê.

Ev "Komkeştiya Siyê" berhemên petrol û gaza Îranê vediguhêze bazarên biyanî.

Beriya niha, Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê "Komkeştiya Siyê" ceza kiribû, ji ber ku petrol, enerjî û gaza Îranê vediguhast bazarên biyanî.

Fermandariya Navendî da zanîn ku wan heta niha ji destpêka dorpêçê ve nehiştine 37 keştî bighêjin benderên Îranê.

CENTCOM'ê eşkere kir ku ew ê pêkanîna cezayên Ameîrkî û dorpêça li dijî benderên Îranê dewam bikin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye