Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê, roja yekşemê ragihand ku Amir Ramîş ku bi endamtiya koma çekdar a Artêşa Edaletê ya Sunî hatibû darizandin, hat bidarvekirin.
Her wiha Ajansê got ku ev kes di êrîşên li dijî hêzên ewlehiyê yên Îranê de jî beşdar bûye.
Amir Ramîş di operasyoneke ewlehiyê de li başûr-rojhilatê Îranê hatibû girtin.
Rayedarên Îranê ew bi beşdarbûna di teqîn û kemînên li dijî leşkerên Îranî de jî sûcdar kiribûn.