Duh Serokê Amerîkayê Donald Trump li Amerîkayê li otêlekê rastî hewldana kuştinê hat.
Trump li ser hewla reşandina guleyan a li otêla Hilton a li Waşingtonê agahiyên nû eşkere kirin.
Trum hûrgiliyên êrîşê eşkere kirin
Trump diyar kir ku êrîşkar "kujerekî kirêgirtî" bû û xwest êrîşî destûra Amerîkayê bike.
Trump eşkere kir ku gumanbar ji xelkên wîlayeta Kalîforniyayê ye û niha lêpirsîna wî berdewam dike.
Serokê DYA'yê hûrguliyên bûyerê wiha vegotin:
"Ev aheng ji bo azadiya derbirînê hatibû lidarxistin ku biryar bû endamên her du partiyan û medyayê kom bike.
Min dît ku hemû bi hev re yekgirtî bûn, ew tiştekî gelekî xweş bû.
Mêrekî di xaleke kontrola ewlehiyê de bi çend çekan êrîş kir û ji aliyê endamên wêrek ên Dezgeha Parastina Nihênî ve hat têkbirin."
Trump: Min karên pir mezin kirine
Trump der barê birîndarbûna serbazekî Dezgeha Nihênî de destnîşan kir ku jiyana serbazê birîndar bi rêya çakêtê li dijî guleyan hat parastin û niha tenduristiya wî baş e.
Serokê Amerîkayê ragihand ku ji bo "zelaliyê", wî ferman daye ku vîdyoya êrîşê li ser dijîtal medyayê were belavkirin û wiha got:
"Di dema serokatiya xwe de, min karên gelekî mezin kirin û gule tenê li kesên xwedî karên mezin tên reşandin."
Trump red kir ku têkiliya bûyerê bi Îranê re hebe
Serokê Amerîkayê li ser bûyerê û pêwendiya wê ya bi Îranê re got:
"Di gera xwe ya yekem de, min peymana Obama û Îranê hilweşand.
Nabe ku Îran bibe xwedî çeka atomî."
Trump red kir ku pêwendiya bûyerê bi Îranê re hebe û da zanîn:
"Ez bawer nakim ku pêwendiya wê bi Îranê re hebe, lê lêpirsîn berdewam dikin."