Li Libnanê 6 kes di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin

Tevî dirêjkirina agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de jî, êrîş hîn jî berdewam in. Herî dawî di êrîşên Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin. Artêşa Îsraîlê, Hizbulahê bi binpêkirina agirbestê tawanbar dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şeva borî artêşa Îsraîlê rêze-êrîşên ezmanî birin ser başûrê Libnanê û di encamê de 6 kes hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarokê Yehmir El-Şeqîfê yê Îsraîlê barghilgirek û motorsiklêtek topbaran kirin û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Her wiha di êrîşa li ser bajarokê Sefed El-Betîxê de 2 kes hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan çend avahî, ku weke cihên leşkerî ji aliyê Hizbulahê ve dihatin bikaranîn, li seranserê başûrê Libnanê topbaran kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê duh şemiyê ferman dabû artêşê ku bi tundî erîşî navendên Hizbulahê bike.

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: HIZBULAH AGIRBEST BINPÊ KIRIYE

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Hizbulahê agirbest binpê kiriye.

Artêşê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wan armanceke hewayî ya biguman teqand ku ji aliyê Libnanê ber bi Îsraîlê ve dihat.

Di daxuyaniyeke din de jî artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hizbulahê dronên bombekirî ber bi hêzên Îsraîlî yên li başûrê Libnanê ve berdan.

Ev yek piştî 2 rojan ji biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina şerê li Libnanê heta 3 hefteyan tê.

Piştî dan û standinên navbera balyozên Libnan û Îsraîlê li Koşka Spî, Trump agirbesta ku 17 Nîsanê dest pê kiribû, heta 3 hefteyan dirêj kir.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji 2`ê Adarê ve heta niha, 2496 kes li Libnanê di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û bêhtirî 7700 kes jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye