Fermandarê artêşa Pakistanê ji bo navbeynkariyê li Tehranê ye

Amerîka û Îran di mijara hilberîna Uranyumê de li hev nakin. Ji bo nîqaşa vê mijarê di asta leşerkî û dîplomasî de, rayedarên Pakistanê serdana Îranê kirin. Hat ragihandin ku Rêberê Bilind ê Îranî Mucteba Xameneyî diyar kiriye ku ew ê di mijara hilberîna Uranyumê de paş de gav navêjin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yek ji xalên ku bûne sedema xitimandina hevdîtinên di navbera Amerîka û Îranê de hilberîna nukleerî ye.

Fermandarê artêşa Pakistanê Asim Munîr, di çarçoveya karê xwe yê navbeynkariyê de, îro gihîşt Tehranê.

Ajansa nûçeyan a Îranê ISNA'yê ragihand ku serdan ji bo temamkirina muzakereyan bi rayedarên Îranê re pêk hatiye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî bi Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê Mihsin Neqoyî re hevdîtinek pêk anî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî da zanîn ku her du aliyan li ser pêşniyara Îranê ya 14 xalî, gelek peyam bi par ve kirine.

Di nava Hefteyekê de, ev serdana duyemîn a Wezîrê Karên Hundir ê Pakistanê bo Tehranê ye.

Pakistan, ji dema ku agirbest di 8'ê Nîsanê de ketiye meriyetê, rola navbeynkariyê didomîne.

Mucteba Xameneyî ferman daye ku uranyum ji welêt dernekeve

Di heman mijarê de, Ruetersê ragihand ku Rêberê Bilind ê Îranî Mucteba Xameneyî ferman daye ku Uranyum ji welêt dernekeve.

Mucteba Xameneyî nehiştiye ku Uranyuma dewlemendkirî ya ku gihîştiye asta bikaranînê ji bo çêkirina çekan ji welêt derkeve.

Ev gav helwesta Tehranê li ser yek ji daxwazên sereke yên Amerîkayê yên di dan û standinên aştiyê de nîşan dide.

Dibe ku ev gava Tehranê jî hêrsa Serokê Amerîkayê derxe û dan û standinên ji bo bidawîkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê bi girêk bike.

Serokê Amerîkayê Donalad Trump ji Îsraîlê re tekez kiribû ku çi lihevkirina bi Îranê re, dê beramberî standina Uranyumê be.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye