Muqteda Es-Sadr, biryara fesixkirina lîwaya xwe da

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda es-Sadr biryara hilweşandina koma çekdar a “Lîwaya Roja Sozpêdayî” da û bang li hemû hêzên siyasî yên niha kir ku ji pêvajoya siyasî ya Îraqê vekişin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Tevgera Niştimanî ya Şîe Muqteda es-Sadr, di daxuyaniyeke fermî de biryara hilweşandina koma xwe ya çekdar a bi navê “Lîwaya Roja Sozpêdayî” eşkere kir. Sedir di peyama xwe de banga vekişîna lezgîn a serkirde û hêzên siyasî yên niha kir da ku rê ji bo rûyên nû û reformên bingehîn bê vekirin û dawî li gendeliyê bê anîn.

Es-Sadr di peyama xwe de daxwaz ji artêşa Amerîkayê kir ku qerebûya darayî û yasayî ya hemû zirarên serdemê dagirkeriyê bide gelê Îraqê. Her wiha bang li welatiyên ziyandîtî kir ku li ser vê mijarê dozên yasayî tomar bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Sedir bal kişand ser girîngiya kontrolkirina çekan di destê dewletê de, bihêzkirina hêzên ewlehiyê û pasewanên sînor. Di dawiyê de, wî hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên cîran ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Îraqê de nekin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye