Zeydî: Yekkirina Pêşmergeyan gaveke girîng e

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yekkirina hêzên pêşmerge ya di bin sîwana Wezraeta Pêşmergeryan de, li Başûrê Kurdistanê pîroz kir. Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Qasim Arecî jî yekkirina Hêzên Pêşmergeyan pîroz kir û tekez kir ku ev gav piştevaniya serweriya qanûnê û yekgirtina biryara ewlehiya neteweyî dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî merasîma yekkirina hêzên pêşmerge gelek aliyan peyama pîrozbahiyê dan.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî peyameke pîrozbahiyê da gelê Başûrê Kurdistanê û Îraqê û wiha got:

"Yekkirina hêzên ewlehî û leşkerî di çarçoveya destûr û yasayê de bilindkirina hevkariya di navbera hemû pêkhate hêzên çekdarî de ye.

Her wiha gaveke girînge ji bo yekkirina biryarên me yên di parastina asayîşa niştîmanî de."

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê yekkirina Pêşmergeyan pîroz kir

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Qasim Arecî jî li ser tora civakî ya "X"ê peyameke pîrozbahiyê da Pêşmergeyan.

Qasim Arecî di peyama xwe de wiha nivîsand:

"Ez pîrozbahiyê li gelê Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmergeyan dikim.

Bi helkefta yekkirina hêzên Pêşmergeyan di çarçoveyeke dezgehî de û di bin fermandariyeke yekgirtî ya leşkerî de.

Ev gavek e bo pêşxistina sîstema pîşeyî ya ewlehiya neteweyî, ku destûr û serweriya qanûnê bihêztir dike."

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê di dawiyê de got ku yekkirina pêşmergeyan, serweriya Îraqê, ax û ewlehiya welatiyan diparêze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye