Rêveberiya Îstîxbarata Leşkerî ya Îraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 5 DAIŞ'î li 3 parêzgehên Îraqê girtine.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên girêdayî beşên îstîxbarat û ewlehiyê yên firqeyên 1, 8,14 û firqeya 23'yan a lîwayên taybet, karîbûn 5 DAIŞ'î li parêzgehên Diyala, Kerkûk û Neweyayê bigrin."
Hate diyarkirin ku ji bo van berê di çarçoveya xala 4'an a terorê de fermana girtinê hatibû derxistin.
Her wiha hat eşkerekirin ku ev çete hemû radestî aliyên peywendîdar hatine kirin.
Di dawiyê de hat gotin ku wê operasyonên bi heman armancê li dijî bermahiyên DAIŞ'ê li seranserî welat berdewam bikin.