Li gorî ajansa Associated Press, Parlamentoya Îsraîlê Knessetê xwe fesix kir.
Serokê Knessetê Amir Ohana dema ragihandina fesixkirinê de axivî û wiha got:
"Em çar salan diqedînin.
Di vê heyamê de me 9 budçe û bi sedan qanûn derxistin.
Hikûmeta dawîn ku bêyî hilbijartinên pêşwext dema xwe ya destûrî temam kir di sala 1988‘an de bû.
Netanyahu jî di dîroka Îsraîlê de herî dirêj di posta serokwezîrtiyê de maye.
Di navbera 2019 û 2022‘an de, Îsraîlê pênc hilbijartinên parlementoyê li dar xistin.
Hilbijartin bi navînî her 2.4 salan carekê pêk dihatin.