Di pêvajoya nû de statuya Ocalan zelal dibe: Avahiya nû û serdanên Îmraliyê di rojevê de ne

Tê payîn Abdullah Ocalan di "Jêrkomîteya Bêçekkirinê" de erka koordînatoriyê bigire ser xwe, derbasî avahiya nû ya li Îmraliyê bibe û beriya dawiya meha Cotmehê serdanên rojnamevan û akademîsyenan dest pê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ji nava DEM Partiyê, nexşerêya "Pêvajoya Nû" li Tirkiyê ber bi qonaxeke fermî ve diçe. Piştî pejirandina yasaya çarçoveyî li parlamentoyê, çav li biryara piştrastkirinê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya meha Kanûnê ne. Di vê çarçoveyê de, tê payîn Ocalan di bin banê "Desteya Koordînasyona Hevgirtin û Yekbûna Neteweyî" de rola koordînatorê bêçekkirinê bilîze.

Ji bo zelalkirina vê statuyê, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, li Enqereyê bi Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re civiyan û daxwaza avakirina lezgîn a komîsyona şopandinê kirin. Heke statu bi fermî pesend bibe, Ocalan dê derbasî avahiya nû ya li Îmraliyê bibe û di şandeyên serdanker de dê rojnamevanên ji medyaya desthilatê û ya Kurdî cih bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye