Tevî êrîşan jî, hinardekirina petrola Rojhilata Navîn asta beriya şer derbas kir

Tevî ku êrîşên li ser keştiyên di Tengava Hurmizê re derbas dibin berdewam dikin jî, daneyên barkirinê nîşan didin ku hinardekirina petrola xav a ji Rojhilata Navîn di rojên dawî yên meha Îlonê de asta xwe ya beriya şerê dawî derbas kiriye û gihştiye ser 20 milyon bermîlên rojane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daneyên ku ji aliyê fîrmaya şopandina keştiyan "Kpler" ve hatine weşandin, hinardekirina petrola xav a ji herêmê di 24'ê Îlonê û di navbera 27-29'ê Îlonê de asta beriya şer derbas kiriye û rojane di navbera 19.5 milyon û 22.5 milyon bermîlî de guheriye.

Ev di demekê de ye ku navînîya hinardekirinê di navbera Adara 2025 û Sibata îsal de (beriya destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl li dijî Îranê) 18 milyon bermîl bû.

Ev hejmar çûnûhatina di Tengava Hurmiz û Deryaya Sor re, hinardekirina ji benderan û veguhastina ji keştiyê bo keştiyê ya li Kendava Umanê bixwe ve digire. Her wiha daneyên Kpler diyar dikin ku tevahiya barkirina petrola xav, berhemên petrolê, madeyên kîmyewî û şilavên ne-gazî di hefteya dawî ya Îlonê de bi navînî 22.4 milyon bermîl bûye.

Metirsiyên li ser rêya deryayî berdewam in

Tengava Hurmizê beriya destpêkirina şerê di 28'ê Sibatê de, rojane pêşwaziya nêzîkî 125 keştiyên bazirganî yên mezin dikir, ku ev yek nêzîkî sedî 20'ê dabînkirina rojane ya petrola xav û gaza xwezayî ya şil (LNG) a cîhanê pêk tîne.

Lêbelê, tevî zêdebûna tevgera deryayî, rîsk hîn jî zêde ne. Fîrmaya agahdariya barkirinê "Marisx" ragihand ku li derdora Tengava Hurmizê êrîş berdewam dikin û bi kêmanî 7 bûyer hatine qeydkirin.

Ji aliyê din ve, Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) diyar kir ku ji 2'yê Cotmehê vir ve rojane herî kêm êrîşek li Tengava Hurmiz an jî Kendava Adenê pêk tê. Marisx destnîşan kir ku keştî rûbirûyê "geşeyeke tund û nediyar a gefan" in, lê belê bûyerên dawî nîşan nadin ku keştiyên bazirganî bi taybetî û yek bi yek tên armancgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye