Di daxuyaniya Tevgera Şemiya Mor de hate diyarkirin ku mirov ne tenê ji ber lawaziya binesaziyê, her wiha ji ber polîtîkayên zordar ên tevgera Talîbanî yên li hemberî jinan jiyana xwe ji dest didin.
Tevgerê destnîşan kir ku ji ber nebûna doktorên jin, jinên birîndar nikarîbûn bên dermankirin, ji ber astengiyên çandî jî doktorên mêr nikarîbûn jinan derman bikin.
Di heman demê de hate ragihandin ku, jinên ducanî ji ber ku xizmetên tenduristiyê wernagirin jiyana xwe ji dest didin.
Tevgera Şemiya Mor anî ziman ku erdhejê xanî hilweşand, lê polîtîkayên Talîbanê hêvî şikand.
Di dawiya daxuyaniyê de nerazîbûn ji bêdengiya civaka navneteweyî re hate nîşandan.