Îngilistanê cezayên nû li dijî Rûsyayê ragihandin

Yekîtiya Ewropa û Îngilistanê, ji ber êrîşên elektronîk ku armanc ji wan belavkirina tevlihevî û parçekirinê ye, cezayin nû li dijî Rûsyayê ragihandin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Yekîtiya Ewropayê û Îngilistanê ji şerê cîhanê û vir ve, mezintirîn pakêta dorpêçên li dijî Rûsyayê ferz kirin.

Îngilistanê pakêtek nû ya cezayan li dijî torên sîber ên Rûsyayê ragihand.

Her wiha Îngilistan Rûsya bi belavkirina tevlihevî û parçekirinê li seranserê Ewropayê tawanbar dike.

Hikûmeta Îngilistanê bi daxuyaniyekê wiha got:

"Tedbîrên ku îro hatine ragihandin, 24 kes û saziyên li pişt operasyonên sîber hedef digirin.

Di nav de sûcdarên sîber hene ku bi karûbarên îstîxbarata Rûsyayê ve girêdayî ne."

Yekîtiya Ewropayê pakêtek nû ya cezayan li dijî Rûsyayê ragihand

Di heman demê de Yekîtîya Ewropayê pakêtek nû ya cezayan li dijî Rûsyayê ragihand ku 250 kes û saziyan hedef digire.

Her wiha ev wekî mezintirîn pakêta cezayan a yekane ji destpêka şerê li Ûkraynayê ve bi nav kirin.

Yekîtîya Ewropayê di civîneke wezîrên derve de, tekez kir ku cezayên nû tiştê ku ew wekî "stûna darayî ya makîneya şer a Rûsyayê" bi nav dike, hedef digirin.

Di heman demê de Yekîtîya Ewropayê tekez kir ku her tedbîreke nû armanc dike ku çavkaniyên Moskovayê yên ji bo fînansekirina operasyonên leşkerî sînordar bike.

Ji destpêka şerê Rûsya-Ûkraynayê ve, di sibata 2022’yan de, Yekîtiya Ewropayê bîst pakêt ceza li ser Moskovayê ferz kirine.

Ev rêzeceza sektorên darayî, enerjî, parastin û teknolojiyê, digel bi sedan berpirs, karsaz û saziyên Rûsî hedef girtine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye