Ûkrayna: Di êrîşa Rûsya de herî kêm 5 kes mirin

Karbidestên Ûkraynî gotin ku Rûsyayê bi mûşek û dronan şeva borî Ûkraynayê bombebaran kir û di encamê de herî kêm 5 kes mirin. Her wiha Şaredarê Moskovayê Sergei Sobyanin got ku yekîneyên parastina hewayî yên Rûsyayê, 32 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Rûsya û Ûkraynayê careke din dikeve rojevê.

Karbidestên Ûkraynî gotin ku Rûsyayê bi mûşek û dronan şeva borî Ûkraynayê bombebaran kir.

Di encamê de herî kêm pênc kes hatin kuştin û gelek deverên welêt zirar dîtin.

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku armanca sereke binesaziya enerjiyê ya li herêma Kîevê bû û da zanîn ku avahiyên niştecih, dibistan û dikanan jî zirar dîtine.

Volodymyr Zelensky da zanîn ku herêmên Sumy, Kharkiv, Dnipro û Mykolaiv jî di êrîşekê de hatine hedefgirtin.

Zelensky idîa kir ku Rûsya nêzîkî 430 dron û 68 mûşek, ji hêla parastina hewayî ve hatine xistin.

Parêzgarê herêma Zaporizhzhia li başûrê rojhilatê Ûkraynayê Ivan Fedorov, ragihand ku herêmeke niştecihbûnê li bajarê Zaporizhzhia ji aliyê bombeyên rêberkirî yên Rûsyayê ve hat hedefgirtin.

Her wiha Fedorov eşkere kir ku di encamê de kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.

Zelensky li ser X nivîsand: "Rûsya wê hewl bide ku şerê li Rojhilata Navîn bikar bîne da ku li vir li Ewropayê û li Ûkraynayê wêraniyeke hîn zêdetir bike."

Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky bang hevalbendên Kîevê kir ku hilberîna çekên parastina hewayî zêde bikin.

 

Moskovayê: Me 32 dronên Ûkraynî îmha kirin

 

Şaredarê Moskovayê Sergei Sobyanin idîa kir ku yekîneyên parastina hewayî yên Rûsyayê 32 dronên Ûkraynî yên ku ber bi Moskovayê ve diçûn xistin xwarê.

Raporta herî dawî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku yekîneyên parastina asmanî di nav sê demjmêran de 37 balafirên Ûkraynayê li navend û rojavayê Rûsyayê asteng kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye