Malpera Axios ji zarê berpirsekî Amerîkî ve ragihand ku Wezîr Rubio şandeya Îranê ya ku dema mayîna wan a destûrî bi dawî bibû ji welat derxistiye ji ber ku civînên Civata Giştî bi dawî bibûn û dema çûna wan hatibû.
Her çend di destpêkê de li Koşka Spî hêviyek ji bo pêşveçûna danûstandinan hebûna jî berêvarê eşkere bû ku hewldan gihîştine xeteke girtî
Bi fermana Rubio nûnerên Amerîkayê yên li Neteweyên Yekbûyî ji şandeya Îranê ya bi serokatiya Wezîrê Derve Ebas Iraqçî xwest ku ji New Yorkê derkevin.
Piştî vê fermanê şandeya Îranî ber bi balafirgehê ve bi rê ket û balafira wan ber bi Dohayê ve firiya.
Çavkaniyeke din destnîşan kir ku her çend biryara Iraqçî jixwe vegera Tehranê bû jî ev gava tund a Amerîkayê wekî şermezarkirineke dîplomatîk û nîşaneya kûrbûna bêbaweriya navbera her du welatan hat nirxandin.