Ji ber pêla zêde ya germahiyê, ji Ewropayê heta Bakurê Afrîkayê daristan dişewitin.
Hewldanên vemirandina agir zêde dibin û tîmên awarte li seranserê welatên Deryaya Spî di seferberiyê de ne, da ku bi pêla germahiyê ya bêhempa re şer bikin.
Li Fransayê, ji bo kontrolkirina agirê daristanan, Serokkomar Emmanuel Macron bi daxwazeke fermî ji Yekîtiya Ewropayê alîkarî xwest.
Macron niyeta xwe ya wergirtina hêzên piştgiriyê, di nav de balafir û helîkopterên agirkujiyê, ji Kirwatya, Portugal, Komara Çek û Slovakyayê re piştrast kir.
Li herêma Farê jî, ji ber agirên daristanan, bi dehan mal û milkên welatiyan ziyan dîtine û nêzîkî 400 kesî ji cih û warên xwe derketine.
Li Spanyayê, rayedaran ragihandin ku agirê daristanê yê herî xirab ê îsal li herêma Guadalajarayê derketiye.
Ajansa meteorolojiyê ya Spanyayê hişyarî da ku metirsiya şewatan li piraniya welêt di asta “pir zêde” de ye.
Rayedarên Spanî ragihandin ku welatê wan îsal 22 şewatên mezin tomar kirine, ku zêdetirî 100 hezar hektar erd şewitandine.
Her wiha li Bakurê Afrîkayê li Cezayirê raydarên Parastina Sivîl diyar kirin ku di 12 rojên dawî de nêzîkî 1550 agir li welêt hatine tomarkirin.
Wezareta Karên Hundir a Cezayirê ragihand ku ji destpêka pêla şewatan ve ku li çend herêmên Cezayirê belav bûne, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Tûnisê jî, krîza avhewayê bi pêla agirê daristanan a berfireh zêde bûye.
Parastina Sivîl a Tûnisê ragihand ku tenê di 48 demjimêran de nêzîkî 600 şewat tomar kirine.
Di heman demê de tîmên agrkujiyê di nava liv û tevgerê de ne.