Rêxistina Mafên Mirovan a Hingawê ragihand ku ji aliyê Dadgeha Esfehanê ve, cezayê bidarvekirinê li girtiyê bi navê Mehnam Newab Sefewî ve hat birîn û ceza bi fermî jê re hat eşkerekirin.
Mehnam Newab Sefewî 22 salî ye, stranbêjekî Rapa Farisî ye û ji xelkên parêzgeha Esfehanê ye.
Her wiha ew yek ji xwepêşanderên xwepêşandanên Çileyê ye.
Ev hunermendê ciwan niha li Zindana Navendî ya Esfehanê girtî ye.
Mehnam Newab Sefewî roja şemiyê, 10ê çileya 2026an, di dema xwepêşandanên Çileyê de li herêma Şêx Sedûq a Esfehanê hatibû girtin.
Piştî lêpirsîna li navendên binçavkirinê yên ewlehiyê, ew bo Zindana Navendî ya Esfehanê hate veguhastin.
5 girtî li zindana navendî ya Esfehanê hatin bidarvekirin
Heman Rêxistinê da zanîn ku sê welatiyên Efxanî bi navên Efşar Şah Ehmedî, Îman Şifayî û Sedrudîn Ehmed Zade ji aliyê dadgeha Esfehanê ve cezayê bidarvekirinê li wan hate birîn.
Hersê kes roja şemiyê 10ê çileya 2026an li Esfehanê ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatibûn girtin.
Efşar Şah Ehmedî û Îman Şifayî li Esfehanê bi malbatên xwe re dijiyan.
Di heman demê de, Sedrudîn Ehmed Zade jî ji bo kar koçî Îranê bûbû.
Li aliyekî din jî, roja yekşemê 19ê tîrmeha 2026an, biryara bidarvekirina du girtiyan bi dizî li girtîgeha navendî ya parêzgeha Esfehanê hat bicihanîn.
Yek ji wan welatiyekî Efxanî, bi navê Gul Mihemed Mihemedî yê 23 salî bû.
Greva birçîbûnê ya li zindana Kerecê didome
Greva birçîbûnê ya girtiyên li zindana Qezel Hîsarê ya Kerecê ku li dijî bidarvekirinan, nerazîbûna xwe nîşan didin, roja pêncşemê di roja 11emîn de berdewam dike.
Grevê piştî ku şeş girtiyên ku cezayê bidarvekirinê li wan hatiye birîn bo hucreyên yekkesî hatin veguhestin, dest pê kir.
Her wiha girtî di vê grevê de daxwaza rawestandina bidarvekirinan dikin.