Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî raporek li ser binçavkirina welatî û çalakvanan li Rojhilatê Kurdistanê weşand.
Li gorî raporê, di vê mehê de herî kêm 47 welatî û çalakvanên Kurd bêyî fermana dadwer û bi karanîna tundiyê ji aliyê hêzên îstîxbarata Artêşa Pasdaran ya Îranê ve li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin.
Her wiha hate eşkerekirin ku ev 47 welatiye li bajarên Mihabad, Kirmaşan, Kamyaran, Merîwan, Şino, Bokan, Miyandaw, Ûrmiye, Serdeşt, Nexede û Sineyê hatine binçavkirin û du zarokên kêmî 18 salî de ku yek ji wan keçe, jî di nav binçavkiriyan de ne.
Her wiha hate gotin ku heta niha di derbarê rewş û dada van 47 welatiyan de ti agahî tune ne û rewşeke zelal nehatiye eşkerekirin.