Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh di merasîma Roja Columbus de li Koşka Spî axivî û behsa mijara Tengava Hurmizê kir.
Donald Trump di axaftina xwe de got ku Amerîkayê roja pêncşemê 28 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmizê derxistiye.
Li gorî Trump ev hejmar ji her demê zêdetir e, heta berî ku şer dest pê bike jî.
Serokê Amerîkayê lê zêde kir ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Tengava Hurmizê dorpêç kiriye û nahêle ti kes derbas bibe.
Li aliyekî din jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser platforma Truth Socialê nivîsek belav kir û diyar kir ku kontrola tam a Amerîkayê ya li ser Tengava Hurmizê dê bibe sedema daketineke bilez û berçav di bihayên sotemeniyê de.
Centcom: Me rêyên 133 keştiyên bazirganiyê guhertine
Di çarçoveya mijara Tengava Hurmizê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOMê duh ragihand ku, di çarçoveya dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê de, hêzên wê heta niha 133 keştiyên bazirganiyê neçar kirine ku rêyên xwe biguherînin.
Keştiyek li Tengava Hurmizê rastî êrîşekê hat
Têkildarî vê mijarê, êrîşên li ser keştiyên petrol û bazirganiyê yên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin didomin.
Rêxistina Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê duh ragihand ku keştiyek bi qasî 13 mîlên deryayî nêzî Îmaratê ji aliyê mûşekeke nenas ve hat lêdan û agir pê ket.
Rêxistinê da zanîn ku rewşa ekîba keştiyê, asta zirarê û encamên gengaz ên li ser jîngehê nayên zanîn.