Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku di derbarê amadekariyên Fransayê ya şandina leşkeran ji bo Ûkraynayê, Îstîxbarata Derve ya Rûsyayê xwedî agahiye û ev rewşeke metirsîdar e.
Berdevkê Kremlinê got: "Li ser talîmata Macron, Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Fransayê amadekariyan dike ku yekîneyeke leşkerî ya heta 2,000 leşker û efseran pêk bê, bişîne Ûkraynayê da ku alîkariya Ûkraynayê bikin."
Peskov da zanîn ku li gorî agahiyên ji aliyê îstîxbarata Rusî ve hatine wergirtin, yekîneya Fransa li herêmên sînorê Ûkraynayê, li Polonyayê hatine bicihkirin û perwerdehiya leşkerî dibînin.