Derbarê civînê de, serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê Truth Social diyar kir ku ew ê di 25´ê îlonê de li Koşka Spî pêşwaziyê li Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bike.
Her wiha Trump û Erdogan wê li ser gelek peymanên bazirganî û leşkerî gotubêj bikin.
Trump destnîşan kir ku di nav lihevkirinên ku wê pêk bên, Erdogan dê hejmareke mezin ji balafirên Boeing û F-16 bikire û wê dan û standinên wan ji bo kirîna balafirên F- 35 berdewam bikin.
Serdana dawî ya Erdogan li Koşka Spî di sala 2019´an de bû, ew jî di dema yekem a serokatiya Trump de bû.