Trump li Qesra Spî pêşwaziya serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro li serokatiya şandeka bilind gihîşt Qesira Spî li Waşintonê û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi fermî hat pêşwazîkirin. Donald Trump diyarkir ku Elî Zeydî dikare bi rengekê baş nûneratiya Îraqiyan bike. Her wiha Elî Zeydî jî spasiya Donald Trump kir û li ser komkirina çekan got ku wan hemû çek kom kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev du rojin Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Waşintonê ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir.

Di vê Serdanê de mijarên siyasî, aborî û çawa Bexda hevkariya xwe bi Waşintonê re xurt bike, hatin nîqaş kirin.

Her wiha armanca vê sedanê veberhênana Amerîkî di sektorên enerjî, petrol, gaz û binesaziyê de ye .

Di heman demê de di têkiliyên xwe yên herêmî de di hevsengiyekê de çawa biparêze hate gûtibêj kirin.

Trump: Zeydî dikare bi rengekê baş nûneratiya Îraqiyan bike

Trump li ber deriyê Koçka Spî, di çarçoveya pêşwazîkirina Zeydî de, ji rojnamevanan ev tişt got:

"Em ji Îraqê hez dikin, Elî Zeydî kesekî gelekî baş e û dikare bi rengekê baş nûneratiya Îraqiyan bike.

Vî zilamî hilbijartinek mezin bi dest xist."

Ez dikarim ji we re piştrast bikim ku Zeyd' dikare nûnertiyeke baş bike."

Serdana Elî Zeydî ya Waşingtonê wekî beşek ji hewildanên ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera Îraq û Dewletên Yekbûyî yê Amerîka de tê hesbandin.

Ev serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî derfetek e ku têkiliya di navbera Bexda û Waşintonê de di nav guhertinên ewlehî, siyasî û aborî yên ku li herêmê diqewimin ji nû ve şekil bide.

Ev sedana yekem ya Elî Zeydî ye  li Waşitonê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye