Artêşa Îranê roja înê sibehê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di qonaxa 27’emîn a Operasyona Birûskê de, bi dronan cihên balafirên Amerîkî, sîstemên ragihandinê yên satelîtê û embarên alavan ên Amerîkî yên li baregeha Ehmed Cabir a li Kuweytê armanc kirine.
Di vê daxuyaniyê de, artêşa Îranê da zanîn ku wan baregeha Ehmed Cabir li Kuweytê ji ber rola wê ya di êrîşên hewayî yên Amerîkayê de, armanc kiriye.
Artêşa Îranê êrîş wekî bersivekê li ser êrîşên Amerîkayê yên şeva roja çarşemê bi nav kir.
Hûrgiliyên zêdetir ên van êrîşên bi dronan hîn nehatine weşandin.
Kuweyt: Şirketeke Çînî li Kuweytê rastî êrîşeke Îranê hat
Têkildarî vê mijarê, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Siûd Ebdulezîz Mihemed roja pêncşemê ragihandibû ku avahiyeke girêdayî şirketeke Çînî li bakurê Kuweytê ji aliyê Îranê ve hat armanckirin û di encamê de yek ji karmendê wê hat kuştin.
Siûd Ebdulezîz Mihemed diyar kir ku êrîşê ziyaneke mezin daye avahiyê.
Her wiha wî behsa dema êrîşê û navê şirketa Çînî nekir.
CENTCOM: Balafir çavdêriya pêkanîna dorpêça li ser Îranê dikin
Li aliyekî din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) roja pêncşemê li ser platforma X’ê ragihand ku balafirên P-8 Poseidon, ku balafireke keşfê ya taybet a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ye, çavdêriya pêkanîna dorpêça deryayî ya li ser Îranê dikin.
CENTCOM’ê diyar kir ku heta roja pêncşemê 30’yê tîrmehê, 24 keştiyên bazirganiyê neçar mane ku rêya xwe biguherînin.
Her wiha Fermandariyê lê zêde kir ku du keştî ji kar hatine derxistin û du keştî jî hatine lêkolînkirin.
Sedema destwerdana CENTCOM’ê di tevgera keştiyan de ew e ku pêkanîna tevahî ya dorpêçê misoger bike.