Zelensky: Hejmara qurbaniyên Kîevê bû ye 38

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky da diyarkirin ku hejmara kuştiyên êrîşa Rûsyayê ya li ser depoyeke cebilxaneyê ya li Kîevê gihîştiye 38 kesan û 4 kesên din jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniyekê de ku li ser medya dîjîtal belavkiribû wiha got, hejmara qurbaniyên êrîşa Rûsyayê ya li ser depoyeke cebilxaneyê ya li herêma Kîevê gihîştiye 38 kesan û çar kesên din jî winda ne.

 Zelensky anî ziman ku tîmên agirkujiyê piraniya agiran vemirandin û hewldanên paqijkirinê li herêmê didomînin.

Her wiha destnîşan kir ku Rûsyayê di êrîşên xwe yê hefteya borî de derdora 2 hezar dron, hezar û 600 bombeyên hewayî û 31 mûşek bi kar anîn.

Her wiha Volodymyr Zelensky got: Êrîşa êvara înê ya li ser Kîevê wekî ya herî bi xwîn ji destpêka vê sale nirxand û got, Moskov di du rojên dawîn de êrîşên xwe li ser Kîêvê giran kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye