Êrîşên li ser keştiyên li Tengava Hurmizê û derdora wê, ji destpêka şerê Îranê ve gihîştine asta herî bilind.
Li gorî daneyên ji pargîdaniya ewlehiya deryayî (Vanguard), Rêxistina Navneteweyî ya Deryayî û Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtaniyayê, ji roja 11'ê cotmehê ve herî kêm 10 keştî rastî êrîşan hatine.
Şeş keştî roja 11'ê cotmehê û çar keştî jî roja 13'ê cotmehê rastî êrîşan hatine.
Hejmara keştiyên ku rastî êrîşan hatine ya roja 11'ê cotmehê, ji destpêka şer ve ya herî bilind e.
Seyarî: Divê derbasbûna di Hurmizê re bi hevrêzî were kirin
Cîgirê Kordînatorê Artêşa Îranê Hebîbulah Seyarî di merasîma xelatkirina hemşîreyên artêşê de, li ser rewşa li Tengava Hurmizê ji rojnamevanan re axivî.
Hebîbulah Seyarî ragihand ku Tengava Hurmizê girtî ye, heke ne girtî bûya, petrol dê ji wir derbas bibûya û bihayê benzînê li Amerîkayê zêde nedibû.
"Divê her derbasbûnek ji vê tengavê bi hevrêzî were kirin.
Ji derveyî vê yekê, hûn ê di nûçeyan de bibînin bê çi bibe.
Em ê bi piştgirtina alavên nû yên navxweyî li hemberî gefên dijminan li ber xwe bidin."
Daxuyaniya fermandarê Îranê di demekê de hat ku CENTCOM bi berdewamî tekez dike ku kontrola Tengava Hurmizê di destê Amerîkayê de ye.
Serokê Fransayê dê hefteya bê serdana welatên Kendavê bike
Li aliyekî din, Nivîsgeha Serokatiya Fransayê ragihand ku Serok Emmanuel Macron dê di navbera 19'e û 21'ê cotmehê de biçe Kuweyt, Îmarat, Behreyn û Qeterê û dê bi serokên van welatan re bicive.
Emmanuel Macron dê di vê rêwîtiyê de li ser rewşa Tengava Hurmizê û bandora wê li ser bihayên enerjiyê gotûbêjan bike.