Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin ji aliyê NATO'yê ve hate têkbirin.
Hat diyarkirin ku hinek parçeyên mûşekê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketine xwarê.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyê, ji aliyê hêzên parastina asmanî yên NATO'yê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye têkbirin."
Hat zanîn ku hinek parçeyên mûşekê li Dîlokê ketine erdên vala.
Wezaretê eşkere kir ku di vê bûyerê de ti zirerên canî çênebûne û kes birîndar nebûye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser aramiya herêmê û wiha lê zêde kir:
"Tirkiyê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên dewletên cîrantiya wan baş û aramiya herêmê.
Lê em careke din dibêjin ku em ê li dijî her cure gefên li ser ax û qada asmanî ya welatê me tê kirin, hemû gavên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî biavêjin.
Em bi bîr tînin ku pêbendbûna bi hişyariyên Tirkiyê yên di vî warî de di berjewendiya her kesî de ye."