Di berdewamiya şerê Îsraîl û Amerîkayê de, yê li ser Îranê ku derbasî roja xwe ya 16’an bûye, Serokê Amerîkayê li ser NBC News careke din gef li Îranê xwar û got ku dibe ku ew careke din li Girava Stratejîk a Îranê ya Xark'ê bidin û wiha axivî:
"Êrîşên Amerîkayê ku piraniya wan Girava Xark'ê bi tevahî wêran kirine, dibe ku em çend carên din ji bo kêfê ji xwe re lêbixin."
Serokê Amerîkayê da zanîn ku çendî Îran ji bo danûstandinan jî hazire lê rewşa niha ji bo rawestandina şer ne guncaw e.
Donald Trump ji ber astengkirina Îranê ji Tengava Hurmuzê re, bang li 5 welatan kir ku keştiyên şer bişînin Tengavê, heya ku Tengav li pêşiya kêştiyên bazirganiyê were vekirin.
Welatên ku Trump bangewazî li wan kir Çîn, Fransa, Japon, Koreya Başûr û Kraliyeta Yekbûyî bû.
Trump diyar kir ku welatên cîhanê yên ku Petrolê bi rêya Tengava Hurmuz werdigirin, divê xwedî li rêya avê derkevin, wê alîkariyeke mezin ji bo wan were pêşkêş kirin.
Beriya vê yekê jî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êrîşên giran ser Xark'ê ya Îranê pêk anîbû. Amerîkayê ragihand ku wan bi zanebûn li binesaziyên Niftê ne dabûn û tenê li armancên leşkerî dabûn.