Efxanistan û Pakistan bi mehane di nava rageşiyekê de ne.
Pakistanê îro daxuyaniyeke nû belav kir û îdîa kir ku li bajarê Kandahar ê li başûrê Efxanistanê li hedefên leşkerî û "stargehên terorîstan" xistiye.
Rêveberiya Îslamabadê cîranê xwe bi malovaniya ji şervanên Talîban a Pakistanê (TTP) re sûcdar dike.
TTP'ê berpirsyariya gelek êrîên li Pakistanê li xwe girtibû.
Lê belê rêveberiya Talîbanê ya li Efxanistanê vê sûcdariyê red dike.
Tê zanîn ku lîderê payebilind ê Talîbanê Hîbatûllah Akhûndzada li Kandaharê dimîne.
Hikûmeta Talîbanê: Êrîş li ser qadên sivîl hatiye kirin û tiştek bi kesî nehatiye
Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku êrîş li ser qadên sivîl hatiye kirin û tiştek bi kesî nehatiye.
Li gorî nûçeya AFP'ê, hin ji şêniyên herêmê diyar kirin ku li Spin Boldak a li başûrê Afxanistanê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Rayedarên Talîbanê jî gotin, li wîlayeta Host a li rojhilatê welêt şer qewimî ye.
Rêveberiya Îslamabadê duh diyar kiribû ku "êrîşke bi dronê" ya ku îdîa kir ku ji aliyê Talîban a Efxan ve hatiye kirin, hate astrengkirin.
Serokkomarê Pakistanê Asîf Alî Zerdarî Talîban sûcdar kiribû ku bi êrîşên li ser sivîlan "xeta sor binpê kiriye."
Artêşa Pakistanê beriya rojekê li Efxanistanê berpirsyariya êrîşên hewayî yên li ser hin nuqteyên paytext girtibû ser xwe.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di êrişa li ser Kabûlê de çar sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Rageşiya navbera her du welatan di Cotmeha 2025'an de bilind bûbû ku di şer de bi dehan kes hatin kuştin û sînorê bejahî bi temamî hate girtin.
Piştî hewldanên navbeynkariyê şer ji bo demekê kêm bû be jî di 26'ê Sibatê de bi êrîşên hewayî yên Pakistanê û piştî bi operasyona bejahî ya Efxanistanê şer ji nû ve giran bû.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ku beriya du rojan hate dayîn, ji 26'ê Sibatê ve di şer de li Efxanistanê herî kêm 75 kes hatin kuştin, nêzî 115 hezar kes ji warê xwe koçber bûn.