Di civîna îro de wê şefê Pentagonê Daniel Driscoll wê plana aştîyê pêşkêşî Rûsyayê bike.
Rojnameya Politico eşkere kir ku plana nû ji 19 xalan pêk tê li şûna 28 xalan.
Beriya rojekê rojnameya CBS´ê ji çavkaniyên Amerîkî destnîşan kiribû ku Driscoll duh bi şandeyeke Rûsî re civiya.
Her wiha hatibû gotin, hevdîtina di navbera her du aliyan de wê îro jî berdewam bikin.
Ev danûstandin di demekê de pêk tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump zextanli Kîevê dike de ku plana aştiyê qebûl bike.