Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, hevşeredarên jin, Dayikên Aştiyê û saziyên jinan jî beşdarî civînê bûn.
'Dewlet kujeran diparêze'
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku dewlet jinan naparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe:
"Em dibêjin çareserî avakirina Wezareteke Xweser a Jinan e. Em jî heta encam bigirin têkoşîna xwe bidomînin."
'Jin dê aştiyê ava bikin'
Tulay Hatîmogullari bal kişand li ser tundiyan û got: "Emê jiyaneke bê tundî ava bikin û xwedî li aştiyê derbikevin.”
Tulay Hatîmogullari tekildarî hevdîtina komîsyonê ya Îmralî jî wiha axivî:
"Em ji endamên komîsyonê ku çûnê giravê re spas dikin. Ew hevdîtin heviya pêşeroja aştiyê ye."