Ji Xwişkên Mirabalê heta jinên Kurd: 25'ê Mijdarê

Îro 25’ê Mijdarê ye..Roja Tekoşîna Tundiya li ser Jinê ye. Dîroka vê rojê dighêje beriya 65 salan. Tekoşîna ku Xwişkên Mirabalê li hemberî diktaroya Domînikê derxist holê ji bo jinên Kurd jî bû îlham. Jinên Kurd awayeke bi hêz xwedî li 25’ê Mijdarê derketin û wêrekiya Xwişkên Mîrabal bi têkoşîna xwe re kirin yek. Ji Leyla Qasiman heta Sakine Cansızan jinên kurd azadî û jiyanê diparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

25ê Mijdarê...

Roja ku jinên li çaraliyê cîhanê li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin û tên cem hev. 

Dîroka vê rojê dighêje beriya 65 salan. Di salên 1960an de li Komara Domînikê   Xwişkên Mirabelê li hemberî diktatoriya li berxwe didin û bi hovane tên kuştin.

Werekiya wan a ku beriya 65 salan nişan da, 25ê Mijdarê veguherand rojeke têkoşînê ya navneteweyî.

Îro, tundûtûjiya li dijî jinan ne tenê pirsgirêkek takekesî ye. Ew rastiyek civakî û siyasî ye.  Barê herî giran ê şer, xizanî û newekheviyê Jin dikişînin. Ji ber vê yekê 25ê Mijdarê ji bo jinan him roja şînê ye û him jî qîrînek bihêz e.

Ji bo jinên Kurd, ev roj di bîranînek pir kûrtir de kok digire.

Li vê erdnîgariyê, jin him bûne hedefa tundiya navmalî û hem jî ya zexta siyasî.

Şer, pevçûn, Koçberiya bi darê zorê û windabûn, …

Ev tûndiya pir alî şopek giran li ser jiyana jinan hiştiye.

Lê di nava vê tarîtiyê de tekoşîna jinên Kurd mezin bû.

Jinên Kurd bi awayeke bi hêz xwedî li 25’ê Mijdarê derketin, derdikevin. Wêrekiya Xwişkên Mîrabal bi têkoşîna xwe re kirin yek.

Ev dîrok ne tenê bû rojek bîranînê, di heman demê de bû rojek rêxistinbûnê, derketina kolanan û bilindkirina dengê jinan.

Ji Leyla Qasim’an heta Sakinê Cansızan tekoşîna jinên Kurd li çar aliyê cîhanê belavbûye û bûye bangeke bi hêz.

25`ê Mijdarê ji bo jinên Kurd hin parastina bîranîna ne, û him jî ji bo paşerojê peyama hêvî û berxwedanê ye.

Ji ber vê yekê, her sal, tevgera jinên Kurd vê rojê wekî sembola berxwedan û azadiyê pîroz dike.

25`ê Mijdarê her sal heman rastiyê tîne bîra me: 25`ê Mijdarê ne roja şînê ye, roja berxwedanê ye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye