Dadgeha Îranê 21 meh cezayê girtîgehê da mutehere gûneyî

Dadgeha Şoreşê ya Tahranê 21 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta mafên jinan Mutehere Gûneyî birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, şaxa 29’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 21 meh cezayê girtîgehê bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê û bêrêziya hemberî Rêberê olî yê Îranê’ lê hatiye birîn.

Gûneyî aktivîstek mafê jinan û girtiya berê ya siyasî ye.

Ew di 1’ê Hezîrana îsal de, di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin.

Mutehere Gûneyî piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, bi girtiyên din re ji bo girtîgeha Qerçek hatibû veguhestin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24