Komîsyon kom dibe: Wê li baroyan guhdar bike

Îro Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi rêveberiya Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş cara 6'an wê kom bibe. Komîsyon vê hefteyê wê bi serokên baroyan û serokên meclisê yên berê guhdarî bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di civîna seat 14:00'ê destpêbike de komîsyon li Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan, Baroya Hejmar 2 ya Enqereyê, Baroya Hejmar 2 ya Stenbolê, Baroya Çewlîgê, Baroya Amedê, Baroya Hatayê û serokên Baroyên Meletî, Merdîn, Mersîn, Wan û Sêwazê guhdar bike.

 

Sibê jî wê li serokên berê yên meclîsê guhdar bike

 

Komîsyon wê sibê jî serokên meclîsê yên berê Hîkmet Çetîn, Omer Îzgî, Bulent Arinç, Koksal Toptan, Mehmet Alî Şahîn, Cemîl Çîçek, Îsmet Yilmaz, Îsmaîl Kahraman, Bînalî Yildirim û Mustafa Şentop guhdarî bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24