SOHR: Di komkujiyên Siweydayê de heta niha 1895 kes hatine kuştin

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li Siweydayê hejmara kuştiyan zêde bûye û gihîştiye 1895 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR`ê eşkere kir ku li Siweydayê ji 13ê tîrmehê û vir ve, di encama şer, kuştina meydanî û bombebarana Îsraîlê de, hejmara giştî ya kuştiyan gihîştiye 1895 an.

Navendê diyar kir ku li Siweydayê hejmara qurbaniyên ku tenê meydanî hatine kuştin gihîştiye 670 kesan, di nav wan de jin, zarok û karmendên bijîşkî jî hene.

Navendê da diyarkirin ku ev bûyer û kiryar li ser destê Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz pêk hatine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24