Li Libnanê kesek di êrîşên Îsraîlê de hat kuştin

Piştî êrîşên Îsraîlê ku li başûrê Libnanê du kes armanc kirin, hewldanên dîplomatîk berdewam in. Almanya û Fransa jî destpêşxeriyeke nû ji bo piştgirîkirina peyman û bidestxistina aştiyê li Libnanê amade dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê, di du êrîşên Îsraîlê de yên li başûrê welat, kesek hat kuştin û kesekî din bi giranî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de çalakvanekî Hizbullahê ku gef li leşkerên Îsraîlê dixwar, armanc kirin.

Ev bûyer hevdemî hewldanên dîplomatîk ên berdewam ji bo domandina agirbestê pêk tê. 

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Libnan û Îsraîl di çarçoveyekê de li ser vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê û bêçekkirina Hizbullahê danûstandinê dikin.

Her çendî ku heta niha li ser van xalên bingehîn rêkeftinek nehatiye bidestxistin.

Almanya û Fransa destpêşxêriya aştiyê ji bo Libnanê amade dikin 

Di heman demê de ku êrîşên Îsraîlê li başûrê Libnanê berdewam in, wezîrê derve yê Almanyayê Johannes Wadephul ragihand ku Berlîn û Parîs li ser serkêşiyeke hevbeş ji bo bidestxistina aştiyê li Libnanê dixebitin.

Li gorî Wadephul, armanca vê serkêşiyê zêdekirina şansên aştiyê li Rojhilata Navîn e. 

Jixwe tê payîn ku di civîna Fransa û Almanyayê ya 17’ê tîrmehê de were ragihandin.

Hevdemî ku Libnan û Îsraîl bi navbeynkariya Amerîkayê li ser peymaneke çarçoveyî ya vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê û bicihkirina artêşa Libnanê danûstandinê dikin, ev hewldan pêk tê.

Lê belê, heta niha li ser mijara bêçekkirina Hizbullahê û vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmê rêkeftineke dawîn nehatiye bidestxistin.

Di heman demê de, çav li ser gera nû ya danûstandinên teknîkî yên li Romayê ye ku tê payîn di navbera Libnan û Îsraîlê de bê lidarxistin, 

Di hewldaneke nû de ji bo pêşxistina peymana çarçoveyê, her çend cihêbûna helwestên herdu aliyan hîn jî berdewam e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye