Ev der bajarê Kûtê ye, navenda parêzgeha Wasitê ye.
Şeva borî ji ber germahî û bê-elektrîkiyê, bêhna xelkê çikiya û daketin kolanan.
Xelkê daxwaz dikir ku elektrîk ji wan re were dan.
Lê aliyê peywendîdar guh neda daxwazên wan û bi bombeyên dengî û gaza rondikrêj bersiv hat dan.
Ji ber kêmasiya elektrîkê xelkên parêzgeha Wasitê derketin xwepêşandanê
Rojnameya Mada dibêje, hêzeke mezin a ewlehiyê ji Bexdayê çûye Wasitê, 22 kes hatine girtin û paşê li Bexdayê bi kefaletê hatine berdan.
Her wiha çend kesên din ji ber gaza rondikrêj û bertekên tund ên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.
Her zû û bi destpêkirina xwepêşandan û kombûna xelkê re, nîşangir li ser banan hatin bicihkirin.
Hêzên Ewlehiyê yên Îraqê bi tundî bersiva xwepêşanderan dan
Ev ne cara yekem e ku xelkê Kûtê ji bo dabînkirina elektrîkê derdikevin xwepêşandanê.
Berê jî, çend caran daketine kolanan û daxwaz dikirin ku saetên dabeşkirina elektrîkê zêde bikin û para parêzgeha Wasitê bigihînin 1500 megawatan.
Her wê çaxê desthilatdarên parêzgehê soza çareserkirina pirsgirêkê dabû wan, xwepêşanderan jî dem jê re diyar kiribû.
Lê piştî bêhnfirehbûna wan, daxwazên wan hatin paşguhkirin; duh ew dem bi dawî bû û careke din vegeriyan kolanan.
Li Wasitê di xwepêşandanê de 22 kes hatin girtin.
Salane di werza havînê de pirsgirêka kêmasiya elektrîkê li bajarên navend û başûrê Îraqê derdikeve pêş.
Wezareta Elektrîkê jî dibêje ku ji bo dabînkirina elektrîka berdewam, pêdiviya wan bi nêzîkî 60 hezar megawatan heye.