Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastinê yên Behreynê, ragihand ku ji destpêka êrîşa Îranê ve, 124 mûşek û 203 dronên ku Behrêyn hedef digirtin hatine têkbirin.
Berevaniya hewayî ya Îmaratê jî ragihand ku wan neh mûşekên balîstîk û 33 dronên ku ji Îranê ve, hatine avêtin, asteng kirine.
Her wiha hat gotin ku ji destpêka êrîşên eşkere yên li ser Îranê ve, berevaniya hewayî ya Îmaratê 294 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û hezar û 600 dron asteng kirine.
Hêzên Çekdar ên Urdunê, di daxuyaniyekê de diyar kirin ku Hêza Hewayî ya Qraliyeta Urdunê 79 mûşek û dron asteng kirine, di heman demê de pênc dron û mûşekek li nav axa Urdunê ketine.
Hat eşkerekirin ku 85 mûşek û dronên Îranî di hefteya duyemîn a şer de, axa Urdunê hedef girtine.