Diviyabû îro dema diyarkirî ya ku Amerîkayê ji bo vekirina Tengava Hurmizê ji Îranê re nîşankiribû, bi dawî bibe.
Lê niha, ev dema diyarkirî 2 rojên din ango heta 8'ê vê mehê hate dirêjkirin.
Çavkaniyeke agahdar li ser dirêjikirina vê demê hin agahiyên nû dane.
Çavkaniyê eşkere kir ku Îran û Amerîkayê ji bo bidawîbûna şer planek wergirtine.
Çavkaniyê diyar kir ku dibe ku ev plan îro bikeve pratîkê û Tengava Hurmizê were vekirin.
Li gorî jêderê, Pakistanê ev plana ji bo bidawîkirina şer amade kiriye û şeva borî li her du aliyên dijber belav kiriye.
Çavkaniyê da zanîn ku plan ji 2 qonaxan pêk tê, ji bo bidawîbûna şer dest pê dike û bi lihevkirina her du aliyan li ser peymanekê bi dawî dibe û got:
"Divê îro aliyên dijber li ser hemû hêmanan li hev bikin"
Li gorî jêderê, serokê giştî yê artêşa Pakistanê bi Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance, nûnerê Serokatiya Amerîkayê Steve Witkff û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re axaftinên telefonê yên cuda pêk anîne.
Çavkaniya agahdar, destnîşan kir ku ev plan çarçoveyek e ku wê Îran dev ji bernameya çekên Nûkleerî berde û li beramberî wê, Amerîka jî cezayan rake û mal û milkên wê yên cemidî berde, vedihewîne.
Ger ev plan were pejirandin, wê şer bi dawî bibe, Tengava Hurmizê were vekirin û ji 15 heta 20 rojan her du alî bighêjin lihevkirineke dawî.
Li aliyekî din Rûsiyayê, duh ragihand ku ew hêvî dike ku rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de bi dawî bibe û wiha got:
"Dema ku Amerîka dev ji gefên xwe yên li ser Îranê berde, wê ev rageşî jî bi dawî bibe."
Rûsya: Divê Amerîka gefên xwe yên li ser Îranê bi dawî bike
Li gorî Reutersê, ev yek di daxuyaniyekê de hat ku ji hêla Wezareta Derve ya Rûsyayê ve piştî ku axaftina di navbera Wezîrê Derve Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Îranî Ebas Eraqçî de hat weşandin.
Hate diyarkirin ku her du aliyan bang li Konseya Ewlekariyê ya NY kirine û wiha anîn ziman:
"Divê NY derfetên mayî ji bo pêşvebirina hewildanên siyasî û dîplomatîk ji bo çareserkirina krîzê xebatê bike."
Di daxuyaniyê de, hat zêdekirin ku Rûsya piştgiriya hewildanên ji bo kêmkirina rageşiyê dike, ji bo ku rewşa Rojhilata Navîn di demeke dirêj û domdar de normal bibe û wiha hat gotin:
"Ev yek jî, dê bi vegera li ser maseya danûstandinan were hêsankirin."